![]() | ![]() | ![]() |
![]() | Kayıt ol | Yardım | Üye Listesi | Ajanda | Arama | Bugünki Mesajlar | Forumlarý Okundu Kabul Et | ![]() |
| |||||
| Awazaciwana Özel Konu Ve Duyurular | |||
|
| |||||||
![]() |
| | LinkBack | Seçenekler | Stil |
| ||||
| Wê þevê.. û çavên te Wê þevê.. û çavên te Stêran ji bo me Li dora sîwana heyvê, govend digirtin Bayê ku li pencera min dida Awazên jidayikbûnê dinuhirandin Dixwestin bibêjin Em nêzîkî barandina berfa sersalê dibin Belê dikeniyan Distrandin Dilorandin.. Stêrên wê þevê Li bendî civana me ranedizan Ji asîman xunaveke hûn dibarandin Li ser lêvên sorgulan radiwestandin Û bi þînahiya çavên te re mat dibûn. Wê þevê.. Çavên te dibûn deryake aram Dilê min Awirên min Giyanê min Nikarîbû bi hêsanî tê de avjeniyê bike Çavên te … ax çavên te Kûr in, dûr in, bê delav in Evîna asîmanekî sayî Deryake xulmaþ li xwe dipêçin Wan fêrî rengên xwezayê dikin. Min jî dixwest Gemiyekê ji soz û hêviyên birîndar Li ser siwar bikim û bajom Bê westan sînga xwe bidim bahozan Da ku wê gotina ku te tim digot: „Berxwedan Jiyan e“ pêkbînim. Çavên te dixwestin bibêjin Em û sersal bi yek sirûdê afirîne Bi yek berfê disotin, dibrijin Di bin yek kevirî de þîn tên Lý yek asîmanî dighêjin hev. Wê þevê.. Tirêjên ji çavên te çendî watedar bûn Di´axivîn, soz didan, çîrok diwestandin Cengeke giran bi dilê min re li dar dixist Sînorên di navbera min û te de Êdî ji xwe þerm dikirin û diherifîn Û tiliyên fediyok li hevdû digeriyan. Wê þevê.. Giyanê me, destê me, ji hevdu nedibûn Li bexçeyê sorgulan Tovên sozan diçandin Evîna Siyabend û Xecê, Mem û Zîn Salar û Mîdya, Cîm û Gulperî.. diwestandin Hetanî bi silava berbangê re Di nav xewnan de em diherikîn Ber bi agirê evîneke sor ve, di xew re diçûn.
__________________ ♥♥♥♥♥♥♥♥♥___♥♥♥___♥♥♥___♥♥♥___ ♥♥♥ ♥♥♥___♥♥♥___♥♥♥__♥♥♥____♥♥♥__♥ ♥♥ ♥♥♥___♥♥♥___♥♥♥_♥♥♥_____♥♥♥_♥♥ ♥ ♥♥♥♥♥♥♥♥♥___♥♥♥♥♥♥______♥♥♥♥♥♥ ♥♥♥_________♥♥♥_♥♥♥_____♥♥♥_♥♥ ♥ ♥♥♥_________♥♥♥__♥♥♥____♥♥♥__♥ ♥♥ ♥♥♥_________♥♥♥___♥♥♥___♥♥♥___ ♥♥♥_ [Linkleri görebilmeniz için kayitli üye olmaniz gerekmektedir. Üye olmak için lütfen tiklayiniz.] |
| ||||
| Gulbiçûka min tu yî ji vê jan êþa li tarîreþa þevê oda min ronî dike ez hez dikim. her zêde bi bihîstina dengê perpita dilê xwe bizikir dikevim ez bêriya te dikim bêriya qolincên paþî þerê me bîranînên tirsa windakirina te û êþa perçebûna dilê xwe dikim tu di nav qelpaxên çavên min de rûniþtî xweþik î û baþ nêrîna jiyanê tu yî tu pirpirîka li ser gulnewrozan î tu zanî bi þewq û hêvî ji rengê vê demsalê hez dikim tu li heyîna dilê, dilê min hatiya neqþandin ji gulan gulbiçûka min tu yî nava min heroj germ dike germiya min tu yî ji te dûrî giyanê min dorpêç dike bi vekirina çavan re di rojên nû de gera silava rojbaþa li nav çavên min tu yî tu di nava min de yî. dihelim bi hesreta te û nagirîm ditirsim bi rondikên çavên xwe re te birijênim bi qolincên hesreta te mirin nêzîk bibê jî di rastiyê de herroj ji nû ve dizim û te tênim bêrîya ken û bêhna te dikim þadî bi rondikên xemgîniya min disitirhan li þopa siya hezkirina te bêrîya ken û giriyê te dikim ez ji te hez dikim bê rastî û þaþiyan bibînim li dilê zarokiyê paqij te hildigirim di her henasê de di her cihê diçimê de bê guhartin weke tu heyî ez ji te hez dikim ji kulîlkên bavo tu Zozana min î kamran simo Hedilî 22.11.2006
__________________ ♥♥♥♥♥♥♥♥♥___♥♥♥___♥♥♥___♥♥♥___ ♥♥♥ ♥♥♥___♥♥♥___♥♥♥__♥♥♥____♥♥♥__♥ ♥♥ ♥♥♥___♥♥♥___♥♥♥_♥♥♥_____♥♥♥_♥♥ ♥ ♥♥♥♥♥♥♥♥♥___♥♥♥♥♥♥______♥♥♥♥♥♥ ♥♥♥_________♥♥♥_♥♥♥_____♥♥♥_♥♥ ♥ ♥♥♥_________♥♥♥__♥♥♥____♥♥♥__♥ ♥♥ ♥♥♥_________♥♥♥___♥♥♥___♥♥♥___ ♥♥♥_ [Linkleri görebilmeniz için kayitli üye olmaniz gerekmektedir. Üye olmak için lütfen tiklayiniz.] |
| ||||
| Rexneþape Zenobya mir Jehrî vexwar Û tirûþa tevahî dîrokê Hedimand nav îsîna deryayê Li ser bircên bajêr Bi zeng û zêrîn Li hember Roma’yê! Ma tû yî li tîrêjê avê Dikevî xeml û bala Zenobya Û min jehrî dikî? Beriya þahiya mezin roja dehemîn bû Tê bîra te Em heliyabûn bi awirên pitikan Û weþiyabûn ji gûnehên dinyayî Ji janên bê pênasa parsûyê min Me êrî û xwerû himbêz kiribû Li wê dêlindêza dema zeraqê Bi dilkêþî û dilhebinî Piþtî Îsa yê Nasiranî Li çerxa hîvik Di wan kolanên bajarê kêmdar de. Piþt re Li pey kaprîsan dihat cîhana tûfanan Û min hizir dikir ku te wenda dikir wê rasteqînê Li bin bandora nebesiyên rabirdû Bi wê gilþa qirase Bi vizêniya B-7 an. Lê êvar ne wisa bûn Di þerê qehr û kederan de Perestgeha ku te lê dijiya Bi kerb, bi xwîn û bi xwêdan Tim bê çare dimayî Li piþt rûniþtekên dawiya televîzyonê Kengê te me bidîta. Û kengê bi þûrê dexesiyê Te xwe di aland ji heyamek din re Lê tû çiqas dibûyî biyaniyê xwe Ma bi rastî te fêmnedikir Da ku kevokan bigirî li ser kenê Weke þekir avêtina îskana çayê An trênên ji idest filitî Te dipekand serejêr Bêkerixandin Bêzebirandin Bêfikare! Belkî jî tû Zenobya bûyî Bêyî zanîna jan nekiþandinê Tim jan dikiþand! Xwezika te bizaniba çiqas tehl bû Gava ku dimeþiyayî li ber lêva hendefan Bi wê qûrmê qirase û amorf Þamdan pêdixist bi wan lêvên þirþirî Û raûndên sadîzmê dida kiþandin Bi dostên min ê tû car xirabî nakin Moleqanî û bi zimanê tewþ Di dêlindêza jiyana me de. Ketî bejn û bala Zenobya Tû yî qasî dinyayê hezkarê xwe Û ji min zêdetir kerbdarê xwe! Deqa li henarokên te Belkî jî gûneha te bû Weke ku Dûristiya te dilhebû pêþkeþ bikî jî me re Ku werhatibû bi tehma nan û þerabê Bi pêlegerên dexesî û kaprîsa har Dibû meziyetek bingehî Û sedemê wendakirina te! Tecirmana te Di rasteqîna herî hêsanî de veþartî bû Di çavên reþ zeytûnî de Ku ji dest filitî bû Û dibû hesreta netêrbûnê Dema tû lê digeriyayî Û qet nedidît! Ma çima Te kurmê xwe nediavêt Û wê berteka jî heyamên xapînok Bi dijminatiya zilam ve hatibû Bi navê xencerek di destê te de mayî. Tû Xwedî derneketî li þûrê girnîjê Ya henarokên sor û spî Ne jî li gûlên sor û bingehî Ku te kiþandibû nav mejiyê xwe Li ber lêva hendefan Bi wê moleqaniya direviya ber bi rasteqîn Çargavî û bê hefsar! Me þîn dikir Sûretê Dayika Meryem pîreka wenda Her sehar Di tayên pora hineber de Li navbeyna dostanî û hiþkegirê Û dîsa her sehar Me bi kêr û xenceran dikola Dewsa stêrkçavên zûwa Da ku bibe destpêka Bîrên þevên bê binî! Ka tû bibêje Ma em mecbûr bûn Ku li ser xwe kin Wê nekiþandina qehredar Mîna wendakirina xewnên qeyran Di wan heyamên þidandî de Ku tim li pey me diherike Bêkerixandin Bêzebirandin! Niha jî Li wî bajarê ku tû çûyî dinêrim Ya ku xwiyanga min e Belkî jî dibêjim Nola Zenobya Li nav kolanên bajêr Li gêzgerinekê Li stargehê. An belkî jî Wê tû bibî sedemê jana xwe Bi wan arezûyên nezan Bibi terkeserê goþebendan Ber bi cejna ajoyan ve! Lê ez dizanim wê tû bigirî Û bêriya girîna min bikî bêçare Hêdî Û bidizîka! Gava tû bibêjî, ez Zenobya me Li wê roja þahiya mezin Ku em diheliyan bi awirên pitikan Piþtî Îsa yê Nasiranî Serdema hîvik de Ger were bîra te Wê tû aqil bikî Da ku bibî çûka anka? Nîzamettîn Akkurt __________________
__________________ ♥♥♥♥♥♥♥♥♥___♥♥♥___♥♥♥___♥♥♥___ ♥♥♥ ♥♥♥___♥♥♥___♥♥♥__♥♥♥____♥♥♥__♥ ♥♥ ♥♥♥___♥♥♥___♥♥♥_♥♥♥_____♥♥♥_♥♥ ♥ ♥♥♥♥♥♥♥♥♥___♥♥♥♥♥♥______♥♥♥♥♥♥ ♥♥♥_________♥♥♥_♥♥♥_____♥♥♥_♥♥ ♥ ♥♥♥_________♥♥♥__♥♥♥____♥♥♥__♥ ♥♥ ♥♥♥_________♥♥♥___♥♥♥___♥♥♥___ ♥♥♥_ [Linkleri görebilmeniz için kayitli üye olmaniz gerekmektedir. Üye olmak için lütfen tiklayiniz.] |
| ||||
| Havalé Raé, Havalé Raé Délalé zeria mýn a bele, Baxçe bê axküde výle çewte mý, Bé welat û bê roj, neçaré mý, Mý va ez to’re Kon ra zeria hu ya bele Uska to re taxto de zernen výrazon Bi ta, tu pulýkhe ho tade Ez werva to de, nison ro, Qaite to bon Ez wuazon vialune haskerdene To’re khewi kerine Xort u çenekune ozevu ‘ra axme kerine Eve huayis mote dorme to bon Tu býsýme, Ez to re kon pýr servete xorteni Ez ho re destune hu Eve xojiv hene bi kerine Ez ni zon, ez se bi kerine Çýnare na çýmune mý roþt nê dié? Des û new seri de dina mý bié teng û tari Ez direvtin, ez wele werdin mendune Deze zeria mýn a bele’ra Çýmune mý’ra khýle dane hewrê asmeni Mý, ho re, xojýv od kerdi vi Pesare,amé eve dýsmenenié Sere mezala to de sene viluku dekerine Ez ni zon mezela tu Eve kamij çiçiniku bý neqeþnine Ax ve mý’ro vo wuy lemýne bao! ez bese ne kon Ez tu hu vira nê kon Urzé! urze! delalé zeria mýn a bele, urzé! Be tu. weþia mý çina Sewi nê qedine, hewni jede xýravine Ez bervon peroz û pesewe Ji hewru hierþi amei çimune mý ra Xorte mý Kamy khe rindekia tu dié Hêfé ho ame to’re Nê teina dost u yari Beaxkié khe düru ra hesnai, tédé pia amei Ez to’ ra se vaji? Dorme ho’ra tômi nê con Ez wuazon venge to bý hesnine Boa araqe to bijerine Zere çei de eve xeyale fetelün Þiwu jý þua bezna to vinon Ez nê zon, çirare haskerdoxi pia nê mýrene Roé hu khe pia vejié dez’ra pia xeleþine Haskerdoxu’ra zu khe merd, Zu khe mend zere çei de Düye þoar û xemkerdais Beno berz lozunu’ra Endi tôme ho çino dina de mendene Kamy khe kerda vindi haskerdena hu Vinena, fam kena, deze çýgera hu Endi jede waxt çin o Ezi ki to dýma yon Ez endi wes nê manon Eve na derdu Bedele eþqe to ‘ra ez zof rew mýron Ez büne kud dest û paé mý ni cene Ez bese ne kon hu ser raurjine Deze haskerdena to ‘ra Eve kulu dýrvetune to nalon Ez ve çinay? Eve çýk? Eve sene dermanu na dirvetu kon wes? Çutur kon pak? Çutur reç kon rêmê dormi? Ez dorme ho ‘de wuaþtiu vinon Ez ne wuazon vere çeverde bý manine Ez bese ne kon wedarine rozune bê to Bese ne kon wedarine sare þaia ho Ez bese ne kon teina výnderi,bý mani zere boni de Ez hen zonon khe tayine pê býne gula mý gureto Dest esto býne gula mý Wuazene khe mý xeneknene Sewune hu ye dergu, ez, eve xeyale to xemelnon Deze zerý’ra ho ra ez bese kon þerýne heuwn’ra Ez bese ne kon bi bervine bý norine Havale mýn kýrmac zerýa mý kota to Zeria mýn bele eve tü ya, zeleqia to’ra Sevete dezo khe tu, do mý Mý’re weþié rýndekié nê menda Haskerdoxe khe haskerdo yý mý fam kene Bese ne kene adir khýla zere mý výla kerene Ekhe,Mezge mý axme býkere eve osýne suri Ax la lao Hevale Raa mý ez se bi keri? Liliké çýmune mý to ho’ vira ne kene Mordeme mý wuazene khe mý to’ ra dür fiyene Goçe xerivie, mý’ ra bê xever barkene Nê wuazene ke ezu be kes û bê roz Ez bêrine sere mezela to. Yi wuazene khe adýr khýla zere serdýn kere Tu mý’re bi vi tija zernene Tu roþt û tani dêne mý zere mý Mý’re to’ra amene usar û amnuny Jede Xem nê vi hata sýpede nê rakotene Hewn’ra nê þaene Bê hewn manaene Kam bese keno caé to bijerone Esqe to eve haskerdena to maneno Guçike zeria mýn a bele Hata roza merdene to’re rakerde maneno Tu eve havalia hu ya raþtié Seru’ra avé taxt giredai vi guçýke zeria mý de Eve haskerdena ti ya gýrsa pile Zeria mýn a bele kýlýt bia Serri khe berré, þerré Adýr khýla zere mý nê saynýna we Léa viala khe, eve haskerdene tu ué da Bena pil, weþié dana Esqo viren nê mýreno weþino Kam bese keno bero þero Vere taxte tu yo khe zeria mýn bele de ro Kes bese ne keno, Sene zexmia gýrse bena, bý vo Bese ne keno lýngune taxte zere mý bý lerzno Seveta meymanié û amanié û þianié Kamýj bê çax uzm keno raa ho bivino Çevere qela zeria mý kýlýt bia, ra nêvena Hata roza merdene hen manena Kes bese ne keno bý wuano belavoka dýle mý Coka Newseno, dýjdio mor bio Çýnare mý’re hevalteni nê kerene Her çio khe mý ve to’ra pia weþai vi Qerare ho da hu vir amayena ho de Yi e khe wuaze mý ho’ ra dür fiyene Ez yine re amada ninu ne Ez wuaþtia hu seveta yine ca ne verdan Ez wuazon khe yi lesa mý výraa ho kerene Hata roza merdene Ez yine pulosnon lesa ho ra Kon germe eve hu vir ameyana hu Zeria mýn a bela khe cemedia Evin Çiçek
__________________ ♥♥♥♥♥♥♥♥♥___♥♥♥___♥♥♥___♥♥♥___ ♥♥♥ ♥♥♥___♥♥♥___♥♥♥__♥♥♥____♥♥♥__♥ ♥♥ ♥♥♥___♥♥♥___♥♥♥_♥♥♥_____♥♥♥_♥♥ ♥ ♥♥♥♥♥♥♥♥♥___♥♥♥♥♥♥______♥♥♥♥♥♥ ♥♥♥_________♥♥♥_♥♥♥_____♥♥♥_♥♥ ♥ ♥♥♥_________♥♥♥__♥♥♥____♥♥♥__♥ ♥♥ ♥♥♥_________♥♥♥___♥♥♥___♥♥♥___ ♥♥♥_ [Linkleri görebilmeniz için kayitli üye olmaniz gerekmektedir. Üye olmak için lütfen tiklayiniz.] |
| ||||
| Xewn li nav nivînên biskên þeva bênav þeva ku rojê navê wê dizî min keça xwe di xewnê de dît li kolanên bajerê ciwaniya min lê winda bûyî silav da min û çû ez nas nekirim ji silava wê kifþbû keça wê pê re derketibû seyranê dilê min pê þewitî pora wê spî berf rûwê wê yê girover deþta bê av bû çavên wê yên biken li paþ berçavkên qalin mijgul diþûþtin li cîhana tirsê çokên wê dilerizîn newerî bû bimeþê ji zarokiyê fêrî vê meþê bûbû bi destên min û dayîka xwe ve xwe di daliqand û dimeþî vêga jî bi destên keça xwe digirê û dimeþê ji paþ ve min li piþta wê ya xûz nêrî du dilopên avê ji çavên min xindirîn yek ji bo min bû ya dî ji bo wê Kamran Simo Hedil 02 06 2004
__________________ ♥♥♥♥♥♥♥♥♥___♥♥♥___♥♥♥___♥♥♥___ ♥♥♥ ♥♥♥___♥♥♥___♥♥♥__♥♥♥____♥♥♥__♥ ♥♥ ♥♥♥___♥♥♥___♥♥♥_♥♥♥_____♥♥♥_♥♥ ♥ ♥♥♥♥♥♥♥♥♥___♥♥♥♥♥♥______♥♥♥♥♥♥ ♥♥♥_________♥♥♥_♥♥♥_____♥♥♥_♥♥ ♥ ♥♥♥_________♥♥♥__♥♥♥____♥♥♥__♥ ♥♥ ♥♥♥_________♥♥♥___♥♥♥___♥♥♥___ ♥♥♥_ [Linkleri görebilmeniz için kayitli üye olmaniz gerekmektedir. Üye olmak için lütfen tiklayiniz.] |
| ||||
| ez di xewna xwe de li ser axa þaristaniya Medya mîna Derwêþên Zerdeþt li dora çerxa dîroka qehpik semah digrim ez di xewna xwe de sînorên Welatê xwe yên ji hev hatiyê qetandin bi werîsê teþiya dilbera xwe bi mûyê porê serê dapîra xwe yê hatiyê rûçikandin ji nû ve dirêsim ez di xewna xwe de ji kuliyên berfa sar û sor ya qeþa girtî pêtala agirê pîroz vêdixim meya xem û xeyalan vedixwim jana eþqa dilê xwe ji kul û kederan dûr dixim ez di xewna xwe de di hembêza þevên tirsonek de êþ û tirsa dilê xwe mîna qîz û bûkan bi kesk û soran dixemilînim bêyî xatirxwazî li hespê xwe yê kumeyt sîwar dikim ber bi þewqa stêrkan ve direvînim ez di xewna xwe de bi saya awazê Karapêtê Xaço yê dilbiþewat û strana lawikê metînî kula birîndaran dilê evîndaran li germa havînan lê xweþ û geþ dikim ez di xewna xwe de binefþ û beybûnên li ber dergeha hewþa jiyana xwe ya çilmisî û nîvmirî li ber reqs û lorîna dengê qîzên Hîndû bi þerbeta evînê av didim ez di xewna xwe de mîna marekî heftserî dixuþim gewriya tofana Tsunamî diguviþim bi qêrîn û hawar li ser sîngê pêlên deryaya xopan xwîn vedireþim giyana zarokên li kolanan dileyistî keç û xortên bi dergîstî dayik û bav û kalan li Keþtiya Nûh bar dikim ber bi Çiyayê Agirî ve hildikiþim ez di xewna xwe de bi zimanê qelemê xwe ji kevirê çar dîwarên zîndana tarî û rûreþ ya îmraliyê çirûskên agirê azadiyê diafirînim min got, Sîwaro! hawara min ya bêdeng helbesta min ya bêferheng kirasê termê min yê heftreng hê ku nebûyê dereng di þevereþeke kor de bigêhîne evîndara min der û dorên min û tembûra min Xizan Þîlan 2005-02-21 Stockholm
__________________ ♥♥♥♥♥♥♥♥♥___♥♥♥___♥♥♥___♥♥♥___ ♥♥♥ ♥♥♥___♥♥♥___♥♥♥__♥♥♥____♥♥♥__♥ ♥♥ ♥♥♥___♥♥♥___♥♥♥_♥♥♥_____♥♥♥_♥♥ ♥ ♥♥♥♥♥♥♥♥♥___♥♥♥♥♥♥______♥♥♥♥♥♥ ♥♥♥_________♥♥♥_♥♥♥_____♥♥♥_♥♥ ♥ ♥♥♥_________♥♥♥__♥♥♥____♥♥♥__♥ ♥♥ ♥♥♥_________♥♥♥___♥♥♥___♥♥♥___ ♥♥♥_ [Linkleri görebilmeniz için kayitli üye olmaniz gerekmektedir. Üye olmak için lütfen tiklayiniz.] |
| ||||
| Piþtî te, Kaniya gotinên min miçiqî, Sohbetan tama xwe winda kir. Êdî ez nema çûm ber awêneyê, Nema kenî nava çavên min Êdî min kelecan ji bîr kir. Xweþî ji dest da, Bêdengiyeke mirinî kete ser min. Êdî min dilê xwe jêvekir Avêt ber derî Lanet bi qederê kir Bi her du çavan kire girî Ez bûm serhildêrek hesthar Min her tiþt þikand, Ji hev xist Û bê serûber kir. Piþtî te, Kaniya hestên min ziwa bû Pênûsa min þikest, Dilê min heriþî Xewnên min li nav hev ketin Xeyalên min koç kir Xweziyên min çilmisîn Ez req bûm, Hiþk bûm. Û min dilê xwe jêvekir Avêt ber derî Da ku herkes pêpes bike! Ma dilekî bê te min ji bo çi ye? ! Min lanet li wê rojê kir; Roja ku tu çûyî... Na na! Roja ku ez hatime dinyayê Min nifir reþandin Kerb vereþand Û dijûn li xwe barandin. Piþtî te, Çûçikên dilê min firiyan Pelên dargulê weriyan Di nava min de Valahiyeke bêbinî despêkir Ez tirsiyam bo halê xwe min kire girî Ez mame bi tenê; Bi tena serê xwe Bê hêvî, Bê evîn, Bê xwezî... Û min dilê xwe jêvekir Avêt ber derî Da ku ez te ranebihîzim Jana te seh nekim di nava dilê xwe de. Wekî zarokê ji þîrî vekirî Na na, Wekî berxikê bizmêkkirî Bi dû serê xwe Li der û kolanan ketim Ji her tiþtî, Ji her kesê Min tu pirs kirî Lewma piþtî te Min dilê xwe jêvekir Avête ser çopdankan Û li ber sêdara çavên te Min dilê xwe li dar vekir 2003-09-17 /Culemêrg Ömer Dilsöz
__________________ ♥♥♥♥♥♥♥♥♥___♥♥♥___♥♥♥___♥♥♥___ ♥♥♥ ♥♥♥___♥♥♥___♥♥♥__♥♥♥____♥♥♥__♥ ♥♥ ♥♥♥___♥♥♥___♥♥♥_♥♥♥_____♥♥♥_♥♥ ♥ ♥♥♥♥♥♥♥♥♥___♥♥♥♥♥♥______♥♥♥♥♥♥ ♥♥♥_________♥♥♥_♥♥♥_____♥♥♥_♥♥ ♥ ♥♥♥_________♥♥♥__♥♥♥____♥♥♥__♥ ♥♥ ♥♥♥_________♥♥♥___♥♥♥___♥♥♥___ ♥♥♥_ [Linkleri görebilmeniz için kayitli üye olmaniz gerekmektedir. Üye olmak için lütfen tiklayiniz.] |
| ||||
| Sonet 2 Dema bi dehan zivistan eniya te dorpêç bikin û meydana spehîtiya te hilxewirînin, kincên serbilindiya xortaniyê, yên niha perritî, dê kêrî ti neyên û biavêjî quncalekî. Hingê dê ji te bê pirsîn, ka hemû bedewiya te, ka hemû gencîneya rojên qenciya te, dê bikevî þermê û bêwec pesna xwe bidî ger bibêjî: 'Di kendên çavên min de ye.' Dê çend þirîntir be ger bikarî bersivek wiha bidî: 'Ev zarroyê þeng dê hesaba min temam ke, pîriya min ciwan ke', û dê piþkivîna xwe di dûndeha xwe de diyar kî. Wiha, tu yê pîr, dê bi xwe jî nû bibî, xwîna xwe ya sar dê germ bibînî. William Shakespeare
__________________ ♥♥♥♥♥♥♥♥♥___♥♥♥___♥♥♥___♥♥♥___ ♥♥♥ ♥♥♥___♥♥♥___♥♥♥__♥♥♥____♥♥♥__♥ ♥♥ ♥♥♥___♥♥♥___♥♥♥_♥♥♥_____♥♥♥_♥♥ ♥ ♥♥♥♥♥♥♥♥♥___♥♥♥♥♥♥______♥♥♥♥♥♥ ♥♥♥_________♥♥♥_♥♥♥_____♥♥♥_♥♥ ♥ ♥♥♥_________♥♥♥__♥♥♥____♥♥♥__♥ ♥♥ ♥♥♥_________♥♥♥___♥♥♥___♥♥♥___ ♥♥♥_ [Linkleri görebilmeniz için kayitli üye olmaniz gerekmektedir. Üye olmak için lütfen tiklayiniz.] |
| ||||
| Sonet 1 Ji yên bedewtirîn em zêdebûnê hêvî dikin daku Sorgula Bedewiyê qet nemire, lê ger dema mirina yê gihiþtî hat, bila dûndeha wî kelepûra wî hilgire. Lê tu, yê dildarî çavên xwe yên geþ, agirê çavên xwe bi þewata xwe gurr dikî, xelayê li þûna bereketê diçînî, ey tu yê delaliya xwe nefret dikî, li xwe zalim î. Ey nexþeya zelal ya hemû dinyayê, mizgînê biharek bikêf, vediþêrî nav biþkoja xwe qenciya xwe û bi çepelî pûç dikî, hey gazindoyê nazik. Dilê xwe bi dinyayê biþewitîne yan dê bixwin para wê tu û gorr. William Shakespeare
__________________ ♥♥♥♥♥♥♥♥♥___♥♥♥___♥♥♥___♥♥♥___ ♥♥♥ ♥♥♥___♥♥♥___♥♥♥__♥♥♥____♥♥♥__♥ ♥♥ ♥♥♥___♥♥♥___♥♥♥_♥♥♥_____♥♥♥_♥♥ ♥ ♥♥♥♥♥♥♥♥♥___♥♥♥♥♥♥______♥♥♥♥♥♥ ♥♥♥_________♥♥♥_♥♥♥_____♥♥♥_♥♥ ♥ ♥♥♥_________♥♥♥__♥♥♥____♥♥♥__♥ ♥♥ ♥♥♥_________♥♥♥___♥♥♥___♥♥♥___ ♥♥♥_ [Linkleri görebilmeniz için kayitli üye olmaniz gerekmektedir. Üye olmak için lütfen tiklayiniz.] |
| ||||
| Sonet 3 Li neynikê binere, bibêje rûyê dibînî: niha dema venûkirina van dêman e, nû ke wê xweþengiyê yan dê dinyayê jê bêpar bihêlî, dê dayikekê bixapînî. Ma kî jin hind spehî ye ku rê nede gasinê te zeviya wê bikêle? Yan ma kî mêr wa aqilsivik e ûcaxa xwe li gel xwe bibe gorrê? Neynika dayika xwe yî, û ew di te de bihara piþkivîna xwe dibîne; dem e xwe nû bikî daku piþtî biçilmisî bikarî di pencereya demê re li serdema xwe ya zêrrîn binerî. Lê ger tu bêdûndeh bijî, wêneya te jî dê li gel te bimire. William Shakespeare
__________________ ♥♥♥♥♥♥♥♥♥___♥♥♥___♥♥♥___♥♥♥___ ♥♥♥ ♥♥♥___♥♥♥___♥♥♥__♥♥♥____♥♥♥__♥ ♥♥ ♥♥♥___♥♥♥___♥♥♥_♥♥♥_____♥♥♥_♥♥ ♥ ♥♥♥♥♥♥♥♥♥___♥♥♥♥♥♥______♥♥♥♥♥♥ ♥♥♥_________♥♥♥_♥♥♥_____♥♥♥_♥♥ ♥ ♥♥♥_________♥♥♥__♥♥♥____♥♥♥__♥ ♥♥ ♥♥♥_________♥♥♥___♥♥♥___♥♥♥___ ♥♥♥_ [Linkleri görebilmeniz için kayitli üye olmaniz gerekmektedir. Üye olmak için lütfen tiklayiniz.] |
![]() |
| Etiketler |
| érþiv, helbésten, kurdî |
| Seçenekler | |
| Stil | |
| |
| | | | | | |
| | | | | | |