Tekil Mesaj gösterimi
  #8 (permalink)  
Alt 11-05-2008, 11:03 PM
seyidxan47 - ait Kullanıcı Resmi (Avatar)
Administrator
 
Üyelik tarihi: Nov 2008
Mesajlar: 3,218
Tecrübe Puanı: 10
seyidxan47 is on a distinguished road
Toplam Online Süresi: 3 Ay 22 Saat 8 Dakika 10 Saniye
Standart

Halepçe



Wey lo lo, wey lo lo wey lo
Wezê daketim kel û kaþxanan
Wezê daketim serê birc û van dîwaran
Wezê bi serkela dilê xwe de mijûl ji xeman û kulan û derdan birîn in ax de wey lo lo lo wey lo...
Dîsa bombe û baran e
Her derê girtî mij û dûman e
Dîsa nale-nala birîndaran e
Dengê dayika tê li ser lorikê wan e
Bavik bi keder xwe davêjine ser zarokan e
Lê zarok mane bê nefes, bê ruh û bê can e
Ax birîndar im wey lo lo lo wey lo…
Hey lê lê.... wey lê lê... Ferman e ûy... hawar... hawar...
Dîsa li me ferman e
Li jor tête gire-gir û hume-huma bavirok û têyaran e
Her der xistiye nava agir û mij û dûman e
Li jêr tête qîre-qîra zarokan, hawara dayik û bavan e
Dîsa dîrok xwe nû ve dike weke carek ji caran e
Weke Diyarbekir, weke Palo û Gênc û Agirî, Dêrsim
Weke Mahabat û weke Berzan e
Îro dîsa li Deþta Silêmaniyê, li kêleka Hendirê, li bajarê helebçê
Fermana me Kurdan e, ferman e, ferman e...
Dîsa hatin qelandin zarok û zêç tev dayik û bavan e
Ax hawar... li me ferman e... li min ay... ax birîndarê we me, li min oy...
Erê hey lê lê... Here hey lo lo...
Hawar Kurdno hûnê bikin bilezînin
Hûnê kaxiz û pênûsekê bibînin binivsînin
Dinya alemê pê bihesînin
Serok û rêberên Kurda li hev bînin
Bira yek bi yek bin ji halê me Kurdan re tiþtekî ji dinyayê re binnivsînin
Bira xelq û alema pê bihesînin
Da ku çarekê ji halê me Kurdan re bibînin
Me ji bin vê bindestiyê derînin hawar hawar…
Heyfa Kurdistan ku îro diþewitînin
Agir li serê me Kurdan dibarînin ax de ay ay... lo lo ax de li min birîndarê we me...
Alıntı ile Cevapla